Serok Barzanî Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê vekir

25-07-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê (MEETS) hat vekirin.

Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat vekirin û 112 zanîngeh, dibistan, kompanya û saziyên perwerdeyî beşdarî pêşangehê dibin. 

Pêşangeh, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê bi rê ve diçe.

Li pêşangehê derfetên xwendinê û dirêjedana bi xwendinê bo xwendekarên Herêma Kurdistanê tên pêşkêşkirin.

Dê Duyemîn Pêşangeha Rojhilata Navîn bo Perwerde û Fêrkirinê ji îro heta 27ê Tîrmehê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst