Li Agiriyê lehî rabû û avê da bin malan

25-07-2023
RÛDAW
Nîşan Serhed Agirî Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku hinek bajarên Bakurê Kurdistanê ji germa dişewitin, li parêzgeha Agiriyê barana zêde bû sedema rabûna lehiyê.

Li gorî raporên keşnasiyê dê sibe û dusibe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bandora germa zêde hebe û divê xelk di demjimêrên nîvro de dernekeve derve û xwe ji germê biparêze.

Lê di demekê de ku ji bo hinek bajaran hişyariya germahiya zêde tê dayîn, li herêma Serhedê barana zêde bû sedema rabûna lehiyê.

Li hinek gundên navçeya Bazîdê ya Agiriyê lehî rabû û avê da binê çend malan.

Herwiha di encama wê barana zêde û rabûna lehiyê de, heriyeke zêde herikî, zeviyên çandiniyê jî ziyan dît û zirareke zêde gihişte cotkaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst