WAN – Leşkerekî jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê rahigand ku li Wanê leşkerekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, doh li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê “di encama qezaya çekê de” leşkerê bipeyman Omer Cînkara birîndar bû.

Wezaretê ragihand ku Cînkara li gel hemû hewldanan nehate xelaskirin û wî canê xwe ji dest da.