HSDyê li ser bûyera Dêre Zorê daxuyaniyek belav kir

25-07-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêre Zor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê aloziya li Dêre Zorê derketiye de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya HSDê piştî ku pirsgirêkeke kesayetî di navbera çend endamên hêzên leşkerî yên li Dêre Zorê de derketiye, li ser daxwaza fermandariya giştî komîteyeke pêdaçûnê hatiye avakirin da ku pirsgirêkê bi hevahengiya li gel rûspiyên navçeyê çareser bike.

Herwiha HSDyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku yên destê wan di bûyerê de hene hatine girtin û "li hemberî kesên ku xwestiye fitneyê derxin" rêkarên yasayî hatine girtin.

"Em dê li dijî wan bisekinin"

HSDyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de jî wiha ragihand:

“Em dê bi bi awayekî cidî li hemberî tevahî dîmenên çekdarî yên derqanûnî yên li dijî navendên leşkerî û tevgerên hêzên leşkerî yên di çarçoveya parastina ewlehiyê û tunekirina şaneyên DAIŞê de dimeşîne, bisekinin.

Herwiha dê li hember tevahî hewldanên îstixbaratên dijminane û rêxistina DAIŞê bisekinin ku hewl didin tevliheviyê bi kar bînin û êrişî hêz û wesayîtên leşkerî bikin.”

Piştî nîvroyê li navçeyên Sor, Kisre, Cidîde Igêdat, Izbe û hejmareke gundên rojhilatê Dêre Zorê ku di bin kontrola HSDyê de ne, di navbera Encûmena Serbazî ya Dêrazorê û Hêzên HAT û Asayişê de alozî derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst