Li Amedê cesedekî parçekirî hate dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hezroyê ya Amedê cesedekî parçekirî hate dîtin.

Li gundê Goma Dadaşê yê navçeya Hezroyê cesedê mêrekî hate dîtin ku parçe parçe bûye.

Hate tesbîtkirin ku cesed ê Faîk Delîbaşê 84 salî ye û xaniyê wî nêzîkî cihê bûyerê ye.

Tê angaştkirin ku Faîk Delîbaş bêkes e û dema ji bo destnimêjê bigire derketiye ber deriyê mala xwe kûçikan êrîşî wî kiriye.

Cesedê Delîbaşê ku ji aliyên kûçikan ve hatiye hûrkirin hate êvarî li cihê bûyerê maye û piştî ku behna laşê wî bi ser gund ketiye gundiyan xeber daye aliyên pêwendîdar.

Ekîban, piştî lêkolîna Serdozgerê Komarî cesed bi mebesta otopsiyê rakire morga Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.