Rêveberiya Xweser 146 jin û zarokên malbatên DAIŞê radestî Tacîkistanê kirin

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Kurd DAIŞ Tacîkistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 42 jin û 104 zarokên ji malbatên DAIŞê yên ku hemwelatiya Tacîkîstanê nê bûn û li kampên Roj û Holê dijiyan radestî wî welatî kirin.

Li gor medyaya Rêveberiya xweser, şandeke dewleta Tacîkistanê bi serokatiya Balyozê Tacîkistanê yê li Kuweytê Zabidullah Zabidov ji bo wergirtina wan jin û zarokên xelkê Tacîkistanê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Şanda Tacîkistanê serdana Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt û endamê desteyê Xalid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Hatiye ragihandin, piştî gotebêjan di navbera wan de Rêveberiya Xweser 42 jin û 104 zarokên ji malbatên DAIŞê yên ku hemwelatiya Tacîkistanê ne û li kampên Roj û Holê dijiyan radestî wan kirin.

Heman çavkaniyan diyar kir, Balyozê Tacîkistanê li Kuweytê Zebîdullah Zabîdov tekez kir ku ew dê berdewam bin li ser vegerandina jin û zarokên DAIŞê yên hilgirê welatînameya Tacîkistanê ne.

Balyozê Tacîkistanê herwiha spasiya Rêveberiya Xweser kiriye ku di dosyaya vegera malbatên çekarên DAIŞê bo welatên wan de alîkar e.

Di 19ê Hezêrana îsal de Rêveberiya Xweser 6 jin û 16 zarokên malbatên DAIŞê radestî Wezareta Derve ya Belçîkayê kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst