Li Zap-Avaşînê şer; 4 cerdevan hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di şerê navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de li navçeya operasyona Pence-Kilîd ku navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan ên Herêma Kurdistanê li xwe digire, 4 cerdevan hatine kuştin.

Li gor zanyariyan, 4 cerdevanên ku hatine kuştin, xelkê navçeya Şemzînan a ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ne.

Hate hînbûn ku cerdevanên jiyana xwe ji dest dane navê wan bi vî awayî ye; Bulent Vermez, Veysî Sebîk, Hacî Kemal Îmece û Avnî Demîr.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Tê nûkirin...