Termê Dara Kaya kurê Yaşar Kaya li Hewlêrê hat veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Termê Dara Kaya kurê siyasetvan û rewşenbîrê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Yaşar Kaya îro di merasimekê de li Hewlêrê hat veşartin.

Li ser biryara malbatê, Dara Kaya li cem gora bavê xwe li Goristana Bineslawe ya Hewlêrê hat veşartin.

Nûnerên Herêma Kurdistanê û gelek rêxistin û partiyên Kurdistanî di merasima veşartina termê Dara Kaya de amade bûn.

Ji Herêma Kurdistanê Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Berpirsê Têkiliyên Derve yê PDKê Elî Husên, ji Bakurê Kurdistanê jî nûnerên PSK, HAKPAR, PAK, PAKURD û hejmarek aliyên din û ji Rojhilatê Kurdistanê jî neviyê pêşewa Qazî Mihemed, Kawe Elî Qazî di merasimê de amade bûn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, îro di demjimêr 5-6 êvarê de dê şîna Dara Kaya li Mizgefta Celîl Xeyat a Hewlêrê bê danîn.

Dara Kaya di demjimêrên destpêkê yên roja Yekşembê 24ê Tîrmeha 2022an de li ser rêya Hewlêr-Behirkeyê di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî derbarê bûyerê de ragihandibû, li nêzîkî gundê Lubnanî ya li ser rêya Hewlêr û Behirkeyê, di encama bûyereke trafîkê de, otomobîlekê li motorsîklêtekê daye û şofêrê motorsîklêtê canê xwe ji dest daye.

Paşê hate diyarkirin şofêrê motorsîklêtê Dara Kaya bûye.

Dara Kaya di sala 1975an de ji dayik bûbû û xwendina xwe li Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê qedandiye.

Dara Kaya piştî wefata bavê xwe li Hewlêrê jiyana xwe berdewam dikir. Bavê wî Yaşar Kaya li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarekî navdar bû û di 9ê Adara 2016an de di 78 saliya xwe de koç dawî kir û li Hewlêrê hate veşartin.

Yaşar Kaya kî ye?

Yaşar Kaya di sala 1938an de li Îdir a ku wê demê girêdayî bajarê Agirî ya Bakurê Kurdistanê bû ji dayîk bibû. Kaya di sala 1959an de dema di beşa aborî ya Zanîngeha Stenbolê de dixwend, bi 48 kesan re hat girtin lê piştî sal û nîvekê hat berdan. Navê dosyaya wan wek “Doza 49” hat binavkirin û 10 salan dom kir. Sala 1965ê dersa xwe xilas kir.

Yaşar Kaya, sala 1968ê li ser heman dosyayê ji bo bajarê Konyayê hat sirgûnkirin lê di heman salê de dîsa vegeriya Stenbolê. Kaya li Stenbolê di gellek şîrketan de kar kir û bi bazirganiyê re mijûl bû. Sala 1991ê bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP). DEP sala 1994ê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin û hilweşandin. Ji ber doz û xebata siyasî, neçar ma biçe Ewropayê û li wir Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) ava kir.

Yaşar Kaya, ji sala 1994ê heta sala 2014ê li bajarê Frankfurtê yê Almanya ma, paşê derbasî Hewlêrê bû. 17ê Nîsana 2014ê jî vegeriya Tirkiyê.