Bavê Zara Mihemedî koça dawî kir

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan Zara Mihemedî Îbrahîm Mihemedî Mamosteya Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bavê mamosteya Kurd Zara Mihemedî ya ku ji ber fêrkirina zimanê Kurdî ji aliyê Îranê ve 5 sal cezayê zindanê lê hatibû birîn, jiyana xwe ji dest da.

Îbrahîm Mihemedî bavê mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Hat ragihandin ku Îbrahîm Mihemedî li parêzgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Zara Mihemedî ya ku di sala 1990an de ji dayik bûye, di heman salê de diya xwe ji dest daye û ji aliyê bavê xwe ve hatiye mezinkirin.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, ji aliyê Dadgeha Sinê ve bi 5 salan hat cezakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst