Artêşa Tirkiyê gundên Şehba û Til Temirê topbaran kir

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Şehba Til Temir Til Tewil Topbaran Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ji serê vê sibehê ve gundên Şehba û gundê Til Tewîl ê Aşûrînişîn ê Til Temirê yên Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ji serê vê sibehê gundên Hirbêl û Til Medîq bi dijwarî topbaran kirine. Herwiha baregahekî hêzên hikûmeta Sûriyê yê li gundê Til Medîq jî hatiye topbarankirin.

Derbarê zerar û ziyanan de heman çavkanî dibêjin, ziyan tenê madî bûne. Li gor heman çavkaniyan topbaran hê jî berdewam e.

Artêşa Tirkiyê herwiha gundên Esediyê, Xedrawî, Til Hermil, Til Werd û Xirbet El-Şiîr ên girêdayî navçeya Zirganê ya Rojavayê Kurdistanê jî topbaran kirin. Tê gotin ku di encam de gelek zerarên maddî çêbûne.

Li aliyê din duh (24.07.2022) di topbaranên cuda cuda ên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de kesekî sivîl canê xwe ji dest dabû û 8 sivîl jî birîndar bûbûn, herwiha leşkerekî Sûrî hatibû kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên Tirkiyê gundê Til Tewîl ê Til Temirê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Til Tewîl ê Aşûrînişîn li rojavayê navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecehî, îro 25ê Temûzê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Til Tewîl ê Aşûrînişîn li rojavayê navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku topbaran heta 9:00 serê sibehê berdewam bûye, lê derbarê zerar û ziyanan de ti agahî nehatine belav kirin.

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar bi awayekî berfireh dest bi topbarankirina navçeyên gundewarên bakur û rojavayê Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê kirine.

Li gor çavkaniyên xwecihî, doh 24ê Temûzê jî di topbarana hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de bo ser Til Temirê  welatiyekî canê xwe ji dest dabû û çar welatiyên din jî birîndar bûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst