MSD: Li ber HSDê ji bilî hemahengiya bi Artêşa Sûriyê re ti bijardeyên din nînin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) diyar kir ku heger êrîşa Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê rû bide dê krîza penaberan girantir bike û li ber Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bilî hemahengiya bi Artêşa Sûriyê re ti bijardeyên din nînin da ku şaşîya Efrînê dubare nebe.

Hevserokê MSDê Riyaz Derar ji Radyo Rûdawê re got, “Tirkiye dixwaze ji rewşa navdewletî sûd werbigire û pêgehên xwe li Sûriyê bihêz bike da ku eger çareseriyek ji Sûriyê re were dîtin, rola xwe nîşan bide û di hemû hûrgiliyên wê çareseriyê de amade be.”

Riyaz Derar her wiha anî ziman, “Ev rewş bandorê li hemû gelê Sûriyê dike û dê krîza penaberan girantir bike, bi taybetî heger Tirkiye êrîşî Tel Rifet û Minbicê bike, ji ber ku gelek penaber li wan deverê hene.”

Riyaz Derar li ser amadekariyên HSDê û Rêveberiya Xweser got, “Me ji bo vê yekê amadekariyên giştî kirine. Her çend Tirkiyê di lûtkeya Tehranê de ji Îran û Rûsyayê çira kesk wernegirtibe jî biryara destpêkirina operasyonê hîn jî maye. Her sê alî li ser vekişîna leşkerên Amerîkayê li hev kirine. Ji ber vê yekê, dibe ku êrîşî navçeyên ku hêzên Amerîkî lê bi cih bûne, were kirin.”

Derar her wiha anî ziman, “Li ber Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bilî hemahengiya bi Artêşa Sûriyê re ti bijardeyên din nînin da ku şaşîya Efrînê dubare nebe.”