Artêşa Tirkiyê li Amêdiyê xaleke nû ya serbazî danî

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê 5 kîlometre dû dûrî navenda qeza Amêdiyê xaleke nû ya serbazî danî. Herwiha xelkê wan gundan dibêjin di danîna wê xala serbazî de 4 helîkopterên Tirkiyê beşdar bûne.

Droneke ku jêdera wê ne diyar nêzikî 1 kîlometre dûrî gundê Benda ya nehya Mangêşkê ketiye xwarê, ji ber vê yekê agir derket û gundiyan agir vemirandin. Di encama agir de zêdetirî du donim erd hatiye şewitandin.

Cotyar Sebah Bendî dibêje “Dengê frokê hat, di destpêkê de dengekî bihêz hat, paşê ket agir gurr bû, di dawiyê em çûn me agir vemirand.”

Piştî 45 rojên bombardûmaneke dijwar, artêşa Tirkyê xaleka serbazî ya nû li meydana Sora Sigêrê danî. Ev xala serbazî 5 kîlometreyan dûrî navenda qeza Amêdiyê li serê çiyê hatiye danîn.

Nişteciyê deverê Fayiq Belaveyî got “Dema xaleke serbazî tê danîn, di destpêkê de li wê derê bombardûmaneke dijwar tê kirin. mirov dizanê dê xalekê deynin. 4 helîkopter beşdarî danîna xalê bûn. Paşê leşker danîn û piştre jî parastinê dikirin heta danînê.”

Niştecihê deverê Şêrwan Sergelî diyar kir “Berê niha avdaniyên me hebûn, demjimêr 4:30 sibê diçûm avdidam, nih ez ditrism çunkî ew danin bu wan ne xem e vêca sed ji sedê tirstir lê hat”

Operasyona artêşa Tirkiyê li sînorê nehiyên Şêladzê û Dêrelukê ki ji Nîsana derbasbûyî ve destpê kiriye 19 xalên serbazî hatîne danîn, sê ji wan li zincîre çiyayê metîna ne, ku nêzîkî sêzdeh gundên avedan yên devera Nihêlya û Berrê Garê ne.