Mesrûr Barzanî: Ji vê mehê ve mûçe bê qutkirin tên dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, “ji vê mehê ve dê mûçeyên fermanberan bi tevahî û bê qutkirin bê dayîn”. Mesrûr Barzanî herwiha got, berdewamiya dayîna mûçeyên fermanberan bê qutkirin, girêdayî şandina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve ye.

Îro berî nîvro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi awayê online li gel Encûmena Bilind a Aborî ya Herêma Kurdistanê civiyan.

Piştî civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotareke televîzyonî de ragihand,“hez dikim ji fermanberên Herêma Kurdistanê re ragihînim ku biryara Encûmena Bilind a Aborî û Biryara Encûmena Wezîran e jî ku ji vê mehê ve qutkirina mûçeyan nemîne û mûçe bê qutkirin bên dayîn.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, erkê herî pêşîn ê hikûmetê dabînkirina mûçe ye û got, “eger hikûmeta federal berdewam be di cîbicîkirina soza xwe de û şandina vê pişka bûdceyê ku di çarçoveya qanûna bûdceya federal de em li ser rêkeftine, dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewam be di dayîna mûçeyên temam di dema xwe de.”

Bi gotina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, berdewamiya dayîna mûçeyan bê qutkirin, girêdayî şandina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federal ji aliyê hikûmeta Iraqê ye û destîşan kir, “em hêvîdarin ku em bikarin di pêşerojê de bê qutkirin mûçeyan bidin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya “xweragiriya” xelkê Herêma Kurdistanê di rewşên dijwar de jî kir.

Mesrûr Barzanî behsa pandemiya coronayê û belavbûna vê li Herêma Kurdistanê jî kir û got, pêketina bi Covid-19 dîsan zêde bûye û daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên tendirustiyê bin û vaksînê li xwe bidin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “ev erkek e û ez ji we dixwazim bi ciddî lê bifikirin û di derzîlêdanê de lezê bikin”. Daxwaz ji Wezareta Tendirustiyê j kir, ku di demeke zû de vaksînê dabîn bike, “daku eger tevahiya xelkê Herêma Kurdistanê jî nebe, lê piraniya xelkê vaksînê werbigrin.”

Di beşeke din a axavtinên xwe de, Mesrûr Barzanî bi gotina xweparastina ji coronayê erkekî hevbeş e, diyar kir, “tenê gazinan li hikûmetê nekin û divê hûn xwe vê berpirsyariyê qebûl bikin.”