Nêçîrvan Barzanî: Tevgera Goran roleke xwe ya ber bi çav heye

25-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera Tevgera Goran peyamek belav kir û tê de ragihand ku “Tevgera Goran wekî aliyekê bi bandor, roleke xwe ya ber bi çav li proseya siyasiya Kurdistanê heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran da peyameke aresteyî  Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyid Elî kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên tevgera we dikim. Di bîranîna 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran da, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên Tevgera we dikim.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Tevgera Goran wekî aliyekê bi bandor, roleke xwe ya ber bi çav li proseya siyasiya Kurdistanê de heye û ew prose îro ji her demê zêdetir yekrêzî û pêkveyiya li hemû aliyek dixwaze.”

Di beşeke din a peyama xwe Barzanî hêviya bihêzkirina peywendî û yekrêziyê kir û got: “Hêvîdarim ev bîranîn û helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê tebayî, bihêzkirina peywendî û hevxebatiya di navbera aliyan, karê hevbeş ya çareya qeyran û giriftan ber bi parastina maf û destkeftan û pêkanîna jiyan û guzeraneke baştir a ji bo gelê Kurdistanê. Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst