Malbata Osman Ocalan derbarê tendirustiya wî de agahî dan

25-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Malbata siyasetmedarê Kurd û birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Osman derbarê tendirustiya wî de ragihand ku ew nûçeyên dibêjin felç bûye û rewşa wî gelek xeter e rast nînin.

Di medyayê de duh nûçe hatin belavkirin ku birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan felc bûye û bi temamî ji tevgerê ketiye, lê malbata wî îro ew nûçe red kirin.

Hevjîna Osman Ocalan, Suzan Husên ji Rûdawê re derbarê hevjînê xwe de axivî û got wî çendek berê nexweşiyek a biçûk hebû, lê niha rewşa wî ya tenduristî baş e û bijîşkan pêşniyar kiriye ku ew heta demekê li malê bimîne û isterehetê bike.

Suzan Husên ku nûçeya ku ew bi felcê ketiye û bi temamî ji tevgerê bûye red kir û got mijar hate mezinkirin.

Osman Ocalan ku bi salan rêveberekî payebilind  PKKê bûye, di destpêka sala 2000ê ji  PKKê veqetiyaye û li Herêma Kurdistanê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst