DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê bi hezeran berhemên dîrokî dizîne

Heseke (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û Dêrezorê, ku derbasî cihên dîrokî dibûn, şûnwarên wî cihî têk didan. Yek ji wan jî Girê Ecac li başûrê Hesekê ye, çekdarên DAIŞê di nav gir de, gelek tunêl kolandinbûn û bi gotina xelkê gund, ku wan bi çavên xwe dîtine, peykerekî mezin derdora 3 metran, ji nav gir derxistine û bi xwe re birine.

Piştî kontrolkirina gundewarên Dêrezorê, HSD gelek şûnwarên ku çekdarên DAIŞê xwestibû derxînin derve û bifroşin, li Heqil El-Omerdîtin û niha jî li muzexaneyekê parastî ne.

Girê Ecac yek ji 1043 girên dîrokî yên Cezîra Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji 120 girên navçeyê ye, ku ketibûn bin destê daîşê de û dikeve 22 km başûrê Hesekê.

Li gor amarên Desteya Şiwên waran her gerekî ju ketibe bin destê wê rêxistinê de ji sedî 40 têkçûye.

Rêveberê Rêveberiya Şûnwarên Hesekê Idnan Berî dibêje: “Ti carî kolandina akeolojî têde nehatiye kirin, sala 1986 de şandeke Almanî hat pişkinînek jê re çê kir, wê demê sê peykerê Lamado derketin em jêre dibêjin şêrê bi bask wê demê birin Muzexaneya Dêrezorê, ji wê demê ve ev gir hat naskirin ku girekî girînge, gelek ziyan lê hat DAIŞê bi kelûpelên giran têde kar dikin ji sedî zêdetir ji çikî xirab bû, ketine zik hev , 17 tonêl têde hatin kolandin ku hinek ji wan 56 mitran kuîre, DAIŞê perçe derdixistin û di riya bazirganan de derxistin welatan.”

Sal û nîvekê DAIŞ li wê derê ma, gundiyên malên wan derdora gir dibêjin ku wan bi çavê xwe dît dema ku DAIŞê peykereke 3 meter ji gir derxistin piştre DAIŞê ji wan re got ku li cibisa ew şikenandine ji ber kesekî bi cil û berg nîşan dide û ev li dijî bîr û baweriyên wane, heya niha nayê zanîn ku DAIÛ bi rastî ew peyker şikandiye yan firotiye.

Welatî Ehmed Şêx Ehmed jî got: “Em zarok bûn dibistana me di biniya gir re bû, şandên biyanî dihatin, dîmenê wê xweşik bû, lê niha têkçû û wek xwe nema, dema DAIŞ hat, wan jî û xelkê jî li perçeyan geriyan.”

Hejmara texmin kirî ya perçeyên dîrokî ku di dema DAIŞê de hatiye dizîn bi du hezaran tê texmînkirin ev jî yek ji wan perçeyane ku çekdarên DAIŞ ji Hesekê birbûn Heqil Elomer daku derbasî Iraqê bikin lê piştî kontirolkirina Heqil Elomrr ji aliyê HSDê hat vegerandin û niha li rêveberatiya şûnwaran e warane, ev jî Girê Til Mejdele 15 km dikeve rojavayê Hesekê ku bibû serbazgehek wê rêxistinê.