Almanya (Rûdaw) - Kurdên Almanyayê daxwaz dikin sepana hişyariya vîrusa koronayê bi Kurdî jî hebe.
Navenda Tendirustî ya Etnîkî ji sala1989an ve karê berhevkirin, wergêr û belavkirina zanyariyên tendirustiyê bi zimanên biyanî li Almanyayê dike ku di nav wan de Kurdî jî heye.
Agahiyên hişyarkirin û naskirina nexweşiyên mîna şekir, kulbûna cerg û kezebê û herî dawî jî vîrusa koronayê, bi 30 zimanên ciyawaz hene.
Remezan Selman, Berpirsê Navenda Tendirustiya Etnîkî ye û diyar dike ku karê wan li ser 4 astan e; Yekîtiya Ewropa, Hikûmeta Federalî, hikûmetên herêmên Almanyayê û herwiha saziyên cuda cuda. Di nav 16 zimanên herî zêde agahiyên tendirusy bo tên belavkirin û çapkirin, li gor ezmûna wan yek jî jê Kurdî ye.
Remezan Selman, dibêje, “Bêguman Kurdî yek ji wan 16 ziman e. Kurdî yek ji 10 zimanên yekem e û heta di rêzbendiya 7an de ye. Peywendî li gel salê heye, di çi salê de kîjan ziman zêdetir daxwaz li ser e, sal hebû ku Kurdî di rêzbenda çarem an jî pêncem de bûye. Niha di rêzbendiya 6 an 7emîn de ye. Ji ber ku ziman hene ku zêdetir daxwaz li ser heye.”
Zimanê Kurdên bê dewlet li dewleta Almanyayê li gelek cihan ji aliyê hikûmetên xwecihî; herêman an jî navendî ve ji bo pêdan û gihandina zanyariyên rast, tê bikaranîn. Lê di projeya herî dawî ya tendirustiyê de, bi sepana (App) hişyariya Koronayê de Kurd nerazîne.
Civaka Kurdî li Almanyayê nirxandinek ji bo 9 xalên hikûmeta Almanyayê agahiyên rêgiriya Covid-19 bi zimanên cuda belav dike, tenê yek xal Kurdî heye û projeya Appê jî 20 milyon Euro ye, bêyî zimanê Kurdî û Kurd ji vê yekê aciz bûne.
Cihristian Majer, Profesorê Yasaya Sivîl li ser vê mijarê dibêje, “Bo min hinek xal hene ku bikarneanana zimanê kurdî serpêçîkirna madeya 3 ya destûra Almanyayê ye; cyawazîkirina qedexekirî pêşan dide. Bi taybet jî ku eplîkeyşina hişyariya koronayê bo zmanên Vîetnamî û Çînî hatiye wergêran. Yekem; Ev zimanên wan biyaniyan e ku hejmara wan bi zelalî ya diyar e ku kêmtir e ji ya Kurdan û duyem; zanîna wan a zimanên Îngîlîzî û Almanî ji ya Kurdan zêdetir e. Nabe mirov jibîr bike ku gelek ji Kurdan di salên derbasbûyî de hatine Almanyayê. Ji ber wê yekê nabe ji wan bê çaverêkirin ku zimanê Almanî baş bizanin.”
Rûdawê ev pirs gihand hikumeta federalî ya Almanyayê û Fermangeha Biyaniyan dibêje, "berpirsyariya me nîne" û berdevkekî hikumetê bersiva dide û dibêje, “Armanca hikumeta Almanyayê ew e, asankariyê bo bikaranîna sepana hişyariya koronayê hejmara herî zêde ya mirovan bike. Lewma jî armanca pêşiyê bo wergêran hatibû danan ew jî pêşbîniya bikarhêneran e li Almanyayê. Niha eplîkeyişn digel Almanî, bi Îngîlîzî û Tirkî ye û kar li ser zimanên din tê kirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse