Nêçîrvan Barzanî: Rewşa nebaş yekrêzî û tebayî ji hemû aliyan dixwaze

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 11emîn salvegera damezrandina Tevgera Goranê peyamek belav kir û got, "Rewşa nebaş û kêşe û qeyranan ku bi rûyê Kurdistanê girtine, yekrêzî û tebayî û pêkveyiyê ji hemû aliyiyan dixwaze, heta bikarîn vê qonaxa dijwar derbas bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 11emîn salvegera damezrandina Tevgera Goranê de peyamek arasteyî Omerê Seyîd Elî Rêkxerê Giştî, Endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî ya wê tevgerê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de, pîrozbahî li endam û alîgirên Tevgera Goranê kir û “hêviya berdewamî û pêşketinê” ji bo wê tevgerê xwest.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Tevgera Goranê her ji damezrandinê ve li ser destê xwedê jê razî Newşîrwan Mistefa ku li vê bîranînê silavan ji bo giyanê wî dişînîn û bi bîrtînîn, roleke diyar li qada siyasî da dîtiye, niha jî aliyeke bi bandor û sereke ya pêkhateya hikûmet û proseya siyasiya Kurdistanê ye, helwestên wê jî berpirsiyar û xemxorane ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyamê de hêviya xwe derbirî ku “ev bîranîn geşiyeke zêdetir bide têkoşîna siyasî” ya Tevgera Goranê ya “bi navê armancên rewayên gelê me da, ev helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê hevkarî û bihêztirkirina hevxebatî û destgirtina hemû aliyên têkoşerên Kurdistanê bi neguher û armancên niştimanî û berjewendiyên bilind ên gelê me.”

Di beşeke din a peyama xwe ya pîrozbahiyê de Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, “Rewşa nebaş û kêşe û qeyranan ku bi rûyê Kurdistanê girtine, yekrêzî û tebayî û pêkveyiyê ji hemû aliyek dixwazê, heta bikarîn vê qonaxa dijwar derbas bikin, gelê xwe ji qeyran û kêşeyan derbas bikîn, parêzgeriyê li qewareya destûra Herêma Kurdistanê bikîn û hengavên zêdetir ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê bavêjîn.”