Artêşa Tirkiyê li 9 cihên stratejîk ên devera Bradost bicih bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê li 9 cih û bilindahiyên stratejîk ên devera Bradost a ser bi Hewlêrê ve bicih bûye. Niha tenê 7 kîlometran ji bajarokê Sîdekanê dûr e û heta niha jî 4 hezar donim rez û baxên navçeyê ji ber şerê Tirkiye û PKKê şewitîne û ji nav çûne.

Rojane Tirkiye navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê topbaran dike û her ku diçe metirsî zêde dibe û hejmara gundên valakirî zêde dibe. Tenê îsal 20 gund li sînorê Sîdekanê hatine valakirin.

Şehab Rehman ku xelkê wê navçeyê ye, derbarê êriş û bombebaranan de ji Rûdawê re ragihand, “Şev nîne top û firoke li van gundan nedin, metirsiyeke zêde li ser me ye taybet, jin û zarok gelek ditirsin. Gule bi nav malan dikevin û kes nikare bi şev derkeve, kes nikare 100 metre ji gund dûr bikeve.”

Artêşa Tirkiyê jî berdewam e li ser çêkirina rêya wesayîtan û qelayên serbazî li wê navçeyê. Bi şev gerîlayên PKKê binkeyên artêşa Tirkiyê dikin armanc û Tirkiye jî navçeyê bombebaran û topbaran dike.

Rûberê 45 kîlometre çargoşe qedexeyê hatinûçûnê tê de hatiye ragihandin. Ji sala 2017an heta niha ji ber şer 5 hemwelatiyan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûne, nêzikî 2 hezar kes koçberî gund û navçeyên din bûne.

Îhsan Çelebî, Rêveberê Bajarokê Sîdekan, ji Rûdawê re ragihand, Tirkiye bi niyaz e heta navçeyên Xinêre û nêzîk Berbezîn biçe “demeke pêşveçûn rawestiyaye, lêbelê ji asman ve operasyon berdewam in û kêm roj hene ku firoke navçeyê bombebaran nekin.”

 Berhemên kiştukalî yên sînorê Sîdekan ji %10 ê berhemê salane yê parêzgeha Hewlêrê pêk tîne, îsal ji %50 yê berhemê navçeyê ji hingiv û berhemên ajel û kiştukalî yên din kêm bûne.