Li Rihayê du pismam di nav coya avê de xeniqîn

25-07-2020
RÛDAW
Nîşan Riha Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Eyyubiyê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê , du pismamên hev ji bo xwe honik bikin, xwe avêtin coya avê, lê herdu pismam xeniqîn.

Li gor agahiyên berdest li Taxa Ugurluyê ya navçeya Eyyubiyê, du pismamên hev Alî Erkan (9) û Îmam Erkan (8) ji bo ku xwe honik bikin, xwe avêtin coya avê  yaKarûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ).  Di destpêkê de herdu pismamam  hinek avjenî kirin, lê piştre li ber pelên avê ketin û wenda bûn.

Piştî ku kesên derdorê Rêveberiya Ewlekariya Bajêr agahdar kirin, tîmên binavger li coya ku zarok ketinê dest bi xebata lêgerînê kirin.

Di encama lêgerînê de termê Îmam Erkan li cihê xwe avêtin avê 15 kîlometreyan dûr û termê Alî Erkan jî 20 kîlometreyan dûr hatin dîtin.

Termê herdu pismaman bo otopsiyê bo Saziya Tîpa Dadê hatin şandin.

Roja  Çarşemê 22yê Tîrmehê jî li wî bajarî du pismaman ji bo xwe honik bilin xwe avêtin bûn coya avê û piştre xeniqîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst