Mikaîl Bulbul: Heta hikûmet neyê guhertin mamosteyên Kurdî nayên damezrandin

25-07-2020
RÛDAW
Bulbul dibêje partiyên nû yên li Tirkiyê hatine avakirin di mijara zimanê Kurdî de hinek erênî ne.
Bulbul dibêje partiyên nû yên li Tirkiyê hatine avakirin di mijara zimanê Kurdî de hinek erênî ne.
Nîşan Zimanê Kurdî Mikaîl Bulbul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Weqfa Mezopotamyayê zimanzan Mikaîl Bulbul ragihand ku heta hikûmeta niha ya Tirkiyê neyê guhertin, ew ne di wê baweriyê de ye ku mamosteyên ji bo zimanê Kurdî bêne damezrandin. Mikaîl Bulubul herwiha dibêje ku partiyên nû yên li Tirkiyê hatine avakirin, di mijara zimanê Kurdî de hinek erênî ne.

Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran mamosteyên Kurdî ji hikûmeta Tirkiyê daxwaza damezirandinê dikin û herwiha ji berpirsên kolej û krêşan jî dixwazin li xwendingehên xwe cih bidin dersên Kurdî. Lêkolîner, nivîskar û zimannasê Kurd Mikaîl Bulbul li ser vê mijarê bû mêvana bultena Rûdawê û têkildarî damezrandina mamosteyên zimanê Kurdî û perwerdeya zimanî Kurdî de axivî.

Mikaîl Bulbul bibîr xist ku di salên 2012 û 2013an de pêvajoya çareseriyê û di warî siyasî de atmosfereke baş hebû di çarçoveya wê pêvajoyê de beşên gihandina mamosteyên Kurdî hatin vekirin û got: “Ez bixwe jî yek ji wan kesan im ku li Zanîngeha Artukluyê dersên zimanê Kurdî dida. Ji bilî lîsansê hezar û 500 ji beşa mamostetiya bo zimanê Kurdî derçûn. Di sala 2012an de şêwirdarên hikûmetê hatin ji me re gotin ku pêwîstiya me bi hezaran mamosteyên Kurdî heye û hûn wan bigihînin em jê dê wan damezrînin. Lê piştre ew rewş têk çû. Ji 1500 hezar mamosteyên Kurdî tenê 112 mamoste hatine damezrandin. Lê mixabin ji ber rewşa xirab a siyasî hinek ji wan beşa xwe guhertine û ew hejmar kêmtir bûye. Ji bo îsal jî tenê du mamosteyên Kurdî hatin wergirtin.”

Bulbul da zanîn ku bi awayekî esasî pêşî li Kurdî nehatiye vekirin û di destûrê de guhertinên pêwîst bo zimanê Kurdî nehatine kirin û wiha pê de çû: “Ez di wê baweriyê de me niha tiştek erênî bo zimanê Kurdî xuya nabe û ew hişkbûn û rewşa xirab a siyasî li bakurê welat berdewam e. Niha di hemû qadan de êrişê Kurdan dikin. Heta hikûmet neyê guhertin ti hêviyeke min nîne di vî warî de nîne. Di sala 2023an de hilbijartin hene, eger hikûmet were guhertin û kadroyên nerm bên damezrandin dibe ku tiştên nû çêbin, ji ber ku partiyên nû tiştên erênî dibêjin. Aliyê dijbere niha zêdetir rasyonel nêzîkî meseleyê dibin, bi taybetî di mijara zimanê Kurdî de.”

Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî daxuniyek belav kir û ji berpirsên kolej û krêşan dixwazin dersên Kurdî di nava perwerdeya pirzimanî de cihê xwe bigrin. Ew înîsiyatif herwiha diyar dike li bajarên ku piraniya xelkê wê Kurd in, di bernameyên kolêj û krêşan de dersên Îngilîzî, Erebî, Fransî û zimanên din hene, lê Kurdî tune ye û daxwazê dikin ku Kurdî jî têxin nava perwerdehiya xwe ya pirzimanî.

Zimanzanê Kurd Bulbul têkîldarî vê mijarî jî diyar kir ku ew bi erênî pêşwazî li hewldana Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî dike û got: “Piştî hevdîtinên wan tiştek biçûk jî be dikare encamek jê derbikeve. Lê divê raya giştî ya Kurdan jî ji vê meseleyê hebe. Li gor lêkolînekê Rawestê ji sedî 70 ya Kurdan haya wan ji wê yekê nîne ku li dibistanên hikûmî di polên 5, 6, 7 û 8ê de dersa bijartê ya Kurdî jî heye. Lewma divê ew înîsiyatîf bang li partiyên siyasî û raya giştî ya Kurdan jî bike daku bibin piştevan. Lê raya giştî û partiyên siyasî baş xwedî li vê mijarê dernakevin û xemsariyeke giştî heye, heta ku partiya serdest a li Bakur wê demê banga baykotkirina dersên Kurdî kiribû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst