Li Duhokê 2 pismam di avê de xeniqîn

25-07-2020
RÛDAW
Nîşan Duhok Herêma Kurdistanê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bênarînkê ser bi parêzgeha Duhokê ve êvariya duh 2 pismam di avê de xeniqîn.

Bêwar Ebdulezîz, Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Duhokê ji Rûdawê re ragihand ku bûyerê demjimêr 16.00ê êvariya roja Înê, 24.07.2020, çê bû.

Li gor zanyariyên Ebdulezîz, li gundê Bênarînkê ser bi Duhokê ve du gêncên bi navên Abid Ebdullah û Merwan Newzad ku pismamên hev bûne, di avê de xeniqîn.

Her li gor zanyariyan tîmên Berevaniya Şaristanî termên Ebdullahê 28 salî û Newzadê 18 salî ji avê derxistin û şandin bo pizîşkiya dadwerî û piştî wê dê radestî kesûkarên wan bên kirin.

Li gor gotina wê tîma ku termên her du ciwanan ji avê derxistin û ji Rûdawê re axivîn, “Dibe ku ew her du kes dema ku xwe avêtine nav avê bi hev ketibin û bi vî rengî ew bûyer çê bûbe.”

Herwiha Hêmin Silêman, Berdevkê Polîsê Parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihand, yek ji wan gêncên ku xeniqiye, endamê Polîsê Parastina Çalakiyên Medenî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst