Festîval Çand û Xwezayê ya Munzurê hat qedexekirin

Navenda Nûçeyan –  Parêzgariya Dersimê bi hinceta ku “Ji rêxistinê re kesan peyda dike û fînansê berhev dike” 18emîn Festîval Çand û Xwezayê ya Munzurê qedexe kir. 

 

Biryar bû ji aliyê Federasyona Komemeleyên Dersimê (DEDEF) di navbera 26-29ê tîrmehê de 18’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê jêr dirûşma “Li ser axa qedîm a Munzurê biçoş werin em kom bibin” bê sazkirin û têde çend panel û konser jî bêne pêşandin.


Federasyona Komemeleyên Dersimê ji bo destûra festîvalê serî li Parêzgariya Dersimê dabû lê parêzgariya bi hinceta ku Ji rêxistinê re kesan peyda dike û fînansê berhev dike” bersivek neyînî da û 18emîn Festîval Çand û Xwezayê ya Munzurê qedexe kir.


Serokê Komîteya Amedakar a Mîhrîcane Alî Haydar Ben nerazîûna xwe nîşan da û diyar kir ku ew dê derbarê biryara parêzgariyê de sibê pêncşemê (26.07.2018) seat 18.00 li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê daxuyaniya çapemeniyê saz bike.


Alî Haydar Ben herwiha tekez kir ku her çend parêzgariyê festival qedexe kiribin jî lê ew dê di çarçoveya festivalê de serdana navêndên pîroz bikin.