Barzanî: Yan bindestî yan serxwebûn!

25-07-2016
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Barzanî Serxwebûn Bindestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Barzanî ragihand: “Tenê du rê li pêşiya me hene, yan emê wê rewşê qebûl bikin û xelkek din biryarê li ser qedera me bide yan jî emê bi hev re biryarek hevbeş bidin û ber bi serwerî û serxwebûnê ve pêngavan bavêjin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di daxuyaniyeke nivîskî de rexneyên tund li hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, Amerîka û Iraqê girt.

 

Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de behsa qurbanîdan û rola Hêzên Pêşmerge di rûbirûbûnA DAIŞê û rêgiriyên Wezîrê Derve yê Iraqê bo beşdarbûna şanda Herêma Kurdistanê di konfransa hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Washingtonê dike

 

Barzanî ragihand: “Gelê Kurdistanê di şerê terorîstên DAIŞê de baceke mezin a mirovî û aborî da. Pêşmerge bi qurbanîdana xwe efsaneya DAIŞê têkbir û hêza sereke ya rûbirûbûna terorê li herêmê ye. Lê belê zêdebarî wê çendê di konfransa welatên hevpeymnaiya li dijî DAIŞê de li Washingtonê Wezîrê Derve yê Iraqê rêgirî kir ku şanda Herêma Kurdistanê beşdarî vê konfransê bibe ku aliyekê sereke yê şerê li dijî DAIŞê ye.”

 

Barzanî herwiha bi tundî rexne li Amerîkayê jî girt ku konfransa welatên hevpeyman li wî welatî hat sazkirin û dibêje, aliyê mêvandarê konfransê jî daxwaza Wezîrê Derve yê Iraqê pêk anî û rê bi beşdariya şanda Kurdistanê nehat dan.

 

Barzanî wiha da zanîn:

 

“Bi mixabinî ve aliyê mêvandarê konferansê jî daxwaza Wezîr pêk anî. Ev mînak û gelek mînakên din derdixin ku maf û qurbanîdana gelê Kurdistanê dikare gelek bi hêsanî bê piştguhxistin û serederiyek ne di cih de li gel da bê kirin û bi biryar û heza xelkekî din ve bê girêdan. Ev yek bi ti awayekê nayê qebûlkirin û li gel rol û pêgeh û qurbanîdana gelê me nagunce û ji bo çareserkirina giriftên bi vî awayî pêwîstiya me bi serweriyê heye û divê em xwediyê biryara xwe bin.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku tenê 2 rê li pêşiya Kurdan heye û yan gerek bindestiyê qebûl bikin û xelekek din biryarê li ser çarenivîsa Kurdan bidin, yan jî divê Kurd bi hev re biryareke hevbeş bidin û biryara serxwebûnê bidin.

 

Mesûd Barzanî li ser vê miarê jî wiha dibêje:

 

“Piştî wan hemû êş û qurbanîdanan, niha em li ber du rêyan in, yan emê vê rewşê qebûl bikin û xelkekî din her dema ku xwestin kêşeyê bo me çê bikin û biryarê li çarenivîsa me bidin û em bi bindestî bimînîn, yan gerek em bi pêkve biryareke hevbeş bidin û ber bi serwerî û serxwebûnê ve pêngavan bavêjin.”

 

Barzanî tekez dike, ku di pêşerojeke nêzîk de dê derkeve holê ka kî bindestiyê dixwaze û kî jî serxweriyê hildibijêre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst