Li Pirsûs û Kobanî teqîn

Pirsûs/Kobani (Rûdaw) – Li gundê Boydî yê Pirsûsa Rihayê û li nêzîkî bajarê Kobanî 3 teqîn çêbûn.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê ji çavkaniyên li herêmê standin li gundê Boydî teqînek çebû. Hat gotin ji bo ewlehiyê lêkolînê dê sibe were kirin.

 

Ji aliyê din ve li rojhilata başûrê Kobanî jî di nevbera nîv saetê de 2 teqîna rû dan. Hêj derbarê wan teqînê de ti agahî nehatine zanîn.

Di medyaya tirkî de jî hat ragihandin li gundê Boydiyê du teqîn li pey hev çêbûn.

 

Hat zanîn di encamê de ti zirarên canî çênebûne û ewlehiya herêmê hatiye standin.

 

Qeymeqamê Pirsûsê Abdullah Çiftçî jî got saet 22.00ê teqînek li zeviyek vala çebû û yek jî li axurekê çebû.