Li Amedê demsala berhevkirina zebeşan dest pê kir

25-06-2024
RÛDAW
Li Amedê demsala berhevkirina zebeşan dest pê kir/Wêne: AA
Li Amedê demsala berhevkirina zebeşan dest pê kir/Wêne: AA
Nîşan Amed Zebeşên Amedê Berhevkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ku bi zebeşên xwe navdar e demsala berhevkirina zebeşan dest pê kir.

Karker di bin germa 40 pileyî de zebeşan kom dikin û li barhilgiran bar dikin.

Zebeşên Amedê ji çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re têne şandin.

“Li Amedê berhevkirina zebeşan nû dest pê kir”

Serokê Komeleya Karsazên Pîşesaziya Çandiniyê ya Amedê (DTSÎAD) Mehmet Atik got:

"Li Amedê berhevkirina zebeşan nû dest pê kir. Me dest bi veguhestinê kir.

Hûn dibînin niha li vê derê ji 30yî zêdetir barhilgir hene.

Ev barhilgir diçin her cihekî wekî Stenbol, Trabzon, Mêrsîn, Edene, Çewlîg û Êlihê, ango em dişînin her aliyekî Tirkiyeyê."

Cotkar jî îsal ji berhemê zebeşan razî ne û kêfxweş in.

Lê ew dibêjin, berî germa zêde dest pê bike divê berhemên xwe kom bikin.

“Yek ji zebeşên herî xweş ê Tirkiyeyê ye”

Cotkar Haşim Oztek wiha anî ziman, "Min 500 dekar erd zebeş çandiye.

Ji serê donimê 9-10 ton berhem tê. Yek ji zebeşên herî xweş ê Tirkiyeyê ye.

Rojane di navbera 60 û 80 karker de dixebitin û em dixwazin di nav 10 rojan de, berî germa zêde dest pê bike biqedînin."

Zebeşê Amedê tama xwe ji hewaya Qerejdaxê û ava Dicleyê werdigire û giraniya hinek zebeşan 50 kîloyî derbas dike.

Li Amedê sala 2023yan li ser 30 hezar donim erd 150 hezar ton zebeş hat berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst