WAN - Rêyên zozanan tên vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, rêyên zozanan ên ji ber berfê hatibûn girtî hatin vekirin.

Li parêzgeha Wanê li herêmên bilind heta niha rêyên gelek cihan girtî ne û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebatên vekirina rêyên girtî berdewam dike.

Li hinek herêman hîn nêzîkî 3 metreyan berf heye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, li gundê Tûzekê yê navçeya Payîzava rêyên zozan û çêrgehan ên ji ber berfê hatibûn girtin hatin vekirin.

Zivistanan berf heta 6-7 metreyan bilind dibe û rê têne girtin.

Gundê Tûzekê ji navenda Wanê 135 kîlometreyan û ji navenda Payîzavayê 80 kîlometreyan dûr e.

Ajeldar û koçer havînan ji bo çêrandina ajelên xwe diçin zozanên herêmê.