Li Dîlokê şewat: 400 mêw û 200 darên zeytûnan şewitîn

25-06-2024
Nîşan Dîlok Şewat Rez Mêw Darzeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi rezekî û baxçeyekî zeytûnan ket.

Di vê şewatê de 400 mêwên tirî û 200 darên zeytûnan şewitîn.

Şewat li Taxa Taxa Şahmaranê ya Îslahiyeyê çêbû û heta niha sedema wê ne diyar e.

Şêniyên taxê hewl da agir vemirînin û tîmên agirvemirandinê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û Rêveberiya Daristanan a Dîlokê çûn cihê şewatê.

Agir bi alîkaiya şêniyên taxê û di encama xebata du demjimêran de hat vemirandin.

Di encama şewatê de 10 donim pirêze, 400 mêw û 200 darên zeytûnan şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst