Parêzgarê Amedê malnişîn bû: ‘Em heqê xwe helal nakin’

25-06-2024
Nîşan Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su DTSO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihand ku ew teqawid bûye, DTSOyê jî got, “Em heqê xwe helal nakin.”

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su îro bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew malnişîn bûye û got:

“Ez ji 25ê Hezîranê pê ve ji peywîra Parêzgariya Amedê teqawid dibim ku min 18ê Gulana 2022yan dest pê kiribû.”

Alî Îhsan Su destnîşan kir ku wî ji ber “sînorê temen” dev ji karê xwe berdaye.

Piştî vê daxuyaniya wî bi demeke kurt Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

“Em heqê xwe helal nakin”

DTSOyê gelek kar kirin rêz ku Alî Îhsan Su rê li ber wan girtiye û got, “Em heqê xwe helal nakin, bila tu sparê Xwedê bî.”

DTSOyê di daxuyaniya xwe got ku Alî Îhsan Su nehiştiye gelek projeyên ji bo pêşketina bajêr herin serî û herwiha rê li ber bipêşketina Amedê girtiye.

DTSOyê amaje pê kir ku Alî Îhsan Su nehiştiye siteyên pîşesaziyê bibin derveyî bajêr, rê nedaye ku karsaz li Amedê veberhênanê bikin, hewl daye Navenda Înovasyonê ya Gastroyê were girtin, li ber projeya tramvayê bûye asteng, rê nedaye ku li Amedê navendeke nû ya fuaran were avakirin û nehiştiye ku sîteyên biçûk ên pîşesaziyê bên çêkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Alî Îhsan Su herwiha konên erdhejê li ber Çemê Dîcleyê danîne û çavkaniyên aborî belasebeb xerc kirine, rê nedaye ku şaredarî xizmetê bide pîşesazên bajêr, piştigirî nedaye Amedsporê û piştgiriya ku tê jê re jî asteng kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst