Li Agiriyê şewat: Giyayê cotkaran şewitî

25-06-2024
Nîşan Agirî Panos Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi erdên çandiniyê ket û giyayê cotkaran şewitî.

Bi hatina havînê û destpêkirina germê re li Bakurê Kurdistanê şewat zêde dibin.

Li gundê Kûbikê yê Panosê ji ber serdemeke nediyar agir bi erdê çandiniyê ket.

Di encamê vê şewatê de giyayê cotkaran ê dirûtî şewitî û zerareke zêde çêbû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê şewatê û agir bi alîkariya gundiyan hat vemirandin.

20ê vê mehê jî di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.

Ew şewat bû sedema wefata 15 kesan û xisareke gelekî mezin a madî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst