Li Erdexanê di meha Hezîranê de teyrok bariya

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma di navbera parêzgehên Erdexan a Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Artvinê ya Tirkiye de di meha Hezîranê de teyrok bariyan.

Herêmên Sahara û Bilbilan ên navbera parêzgehên Erdexan û Artvinê di meha Hezîranê de ji ber barîna teyrokê spî bûne.

Hişyarî hatiye dayîn ku şofêrên otomobîlan di çûnûhatinê de tedbîrên pêwîst werbigrin.

Alîkarê Rêveberiya Daristan û Çandiniyê ya Erdexanê diyar kiriye ku di rojên dawî de li herêmê baraneke zêde bariyaye û li cihên bilind jî dem bi dem teyrok dibare.

Her wiha amaje bi wê yekê daye ku heta niha derbarê zerara ku gihiştiye zeviyên çandiniyê de ti zanyariyek negihiştiye ber destê wan.