EFRÎN - Di teqînekê de fermandarekî Artêşa Niştimanî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Îro berî nîvro, li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê otomobîla fermandarekî Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê hat armancgirtin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re got, di teqînê de fermandarekî Artêşa Niştimanî yê bi navê Ebdulrehman el-Casim bi giranî birîndar bûye.

Şêxo da zanîn ku, teqîn li nav daristana Zeydiyê li nêzîkê bajarê Efrînê çêbûye û heta niha tu aliyekî berpirsiyariya wê teqînê li xwe negirtiye.

Piştî teqînê, fermandarê birîndar bo nexwşxaneya serbazî ya Efrînê hatiye veguhestin.