Grûpa Ehrar Şerqiye li Serê Kaniyê 5 girtî beramberî 4 hezar dolaran berdan

25-06-2023
Loloxan
Nîşan Serê Kaniyê Grûpa Ehrar Şerqiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Ehrar Şerqiye ya ser bi Tirkiyê ve 5 girtiyên Sûrî ku berê girtibûn beramberî 4 hezar dolaran azad kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 24ê Hezîranê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Ehrar Şerqiye ye ser bi Tirkiyê ve 5 welatiyên Sûrî ku di dema borî de wextê dixwestin derbasî aliyê Tirkiye bibin hatibûn girtin, beramberî wergirtina 4 hezar dolaran ji kesûkarên wan ew azad kirin.

29ê Nîsana borî jî, li bajarê Serê Kaniyê çekdarên grûpa Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve 40 kesên sivîl û çekdar bi hinceta qeçaxçîtiyê girtibûn, lê çavkaniyên xwecihî tekez dikin ku girtina wan kesan girêdayî nedana baca derbasbûna bo aliyê Tirkiyê ye.

Dagirkirina Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarê Serê Kaniyê sala 2019an di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de ku navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” lê hatibû kirin, ji kontrola Rêveberiya Xweser derketiye. Her di çarçoveya heman operasyonê de bajarê Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû dagirkirin.

Ji wê roja ku Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat dagirkirin û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê heta niha, di binpêkariyên li hember welatiyên Kurd de li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst