Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên serbazî yên Îranê li navçeyên sînorî yên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê teqe li kolberan kirin û di encam de kolberekî canê xwe ji dest da.

Şeva borî hêzên serbazî yên Îranê li navçeya sînorî Hengejala Bane teqe li kolberan kirine û gulleyek li serê kolberekî bi navê Wirya Şerîfî yê xelkê Bane (27 salî) ketiye û yekser canê xwe ji dest daye.

Li gor yasaya hilgirtina çekê ya Îranê, hêzên serbazî di dema rûbirûbûna ligel kesekî yan tohmetbarek de destpêkê divê ber bi esman de teqe bikin û hişyariyê bidin, eger ti bandoreke vê nebû di dawî de divê ji kemerê û xwar ve teqeyê li kes an tohmetbar bikin.

Li gor yasayên Îranê, divê hêzên serbazî destpêkê hişyariyê bidin kesê beramber, lê hêzên serbazî yên Îranê di bûyera roja Şemiyê ya sînorê Hengejalê de bêyî ku kolberan agahdar bikin, teqe li wan kirine.

Niştecihên navçeyên sînor û herwiha hinek ji xelkên bajarên dûrî sînoran jî li parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê bo peydakirina debara jiyanê kolberiyê dikin. Lê salane hejmareke zêde bi sedemên cuda canê xwe ji dest didin an jî birîndar dibin.

Li gor rapora Hengaw a Mafên Mirov, di dema sê mehên borî de herî kêm 8 kolber li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 36 kolber jî birîndar bûne.