Li Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Kerkûka 3 çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatin kuştin.

Cîgirê Fermandarê Operasyonan yê Kerkûkê Nebîl Îsa di civîna çapemeniyê de ragihand ku çekdarên DAIŞê amadehî kirine ku êrîşî Kerkûkê bikin.

Nebîl Îsa got li nêzîkî sînorê Reşadeweyê operasyon hat kirin, di pevçûna ku derket de leşkerek mir û 3 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.

Îsa got tedbîrên ewlehiyê dê berdewam bikin.

DAIŞê di 2014an de tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbara wîlayetên Iraqê û beşekî ji Diyala û Kerkûkê kontrol kiribû û di nav salan de herêm ji rêxistinê hatibûn rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê Çileya Pêşîn a 2017an de diyar kiribû ku ew li dijî DAIŞê bi ser ketin.

Her çend 5 sal di 5 ser rizgarkirina bajarên di bin kontrola DAIŞê re derbas bûne de hêj çekdarên wê li hinek deveran êrîşên xwe didomîne.