Li Bazarcixa Mereşê careke din erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bazarcixê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve îşev erdhejek çêbû.

Resedxaneya Kandilliyê ragihandiye, erdhej îşev a li navçeya Bazarcixê di saet 21:27an de çêbûye.

Li gor wê resedxaneyê, hêza erdhejê 3.4 pileyê rîxter û di kûrahiya 6.7 kîlometriya erdê de çêbûye.

Di erdhejên 6ê Sibatê de, navenda yek ji erdhejan li navçeya Bazarcixa Mereşê bû. Di 6ê Sibatê de du erdhejên mezin bi pileyên 7.6, 7.7 pileyê rîxter li Mereşê çêbibûn ku navenda yekê li navçeya Elbistanê û ya din jî li Bazarcixê bû.

Di encama wan erdhejan de li gor amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê zêdeyî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.  

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) derbarê erdheja îşev a li Bazarcixê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.