Birayê xwe kuşt û bi telefona xwe dîmenên bûyerê tomar kir

25-06-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Mêrgesor Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeyeke Herêma Kurdistanê kesekî birayê xwe kuşt û bi telefona xwe dîmenên kuştina wî tomar kir. Li gor zanyariyên Rûdawê, kujer piştî demekê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatiye desteserkirin.

Bûyer roja Şemiyê 24ê Hezîranê li nahyeya Meznê ya ser bi navçeya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ve çêbûye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ciwanekî bi çekê birayê xwe kuştiye û bi telefona xwe dîmenên dema kuştinê jî tomar kiriye. Kujer di dîmenan de dibêje, ji ber wêya ku birayê wî di nav xelkê de li wî xistiye û li ber çavên xelkê “sivikatî li wî kiriye”, wî birayê xwe kuştiye.

Derbarê bûyerê de, îro 25ê Hezîrana 2023an jêderekî berpirsyar ê navçeya Mêrgesorê ji Rûdawê re ragihand, “kujer hatiye desteserkirin û radestî yasayê hatiye kirin.”

Nasnameya kesê kujer û birayê wî nehatiye aşkerekirin.

Li gor şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, îsal li Herêma Kurdistanê 50 kes hatine kuştin ku 46 kes ji wan bi guleyan û 4 kesên din jî bi kêrê hatine kuştin.

Li gorî Polîsê Herêma Kurdistanê, sala bihorî 455 bûyerên kuştinê yên bi qestî, bi şaş û xwekuştinê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst