Nêçîrvan Barzanî bi Olaf Scholz re pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên ligel Almanyayê gotûbêj dike

25-06-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Olaf Scholz Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Almanyayê û dê bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re bicive. Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, Nêçîrvan Barzanî dê bi Olaf Scholz re rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj bike.

Tê çaverêkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an di çarçoveya serdaneke fermî de serdana Almanyayê bike û dê bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û hejmarek berpirsên din ên Almanyayê re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke kurt de ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinên xwe de, pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Almanyayê re, berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş, û rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi serkirdayetî û berpirsên Almanyayê re gotûbêj bike.

Têkiliyên xurt di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de hene. Almanyayê di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriyeke mezin da Herêma Kurdistanê. Wek mînak çeka Mîlan yek ji wan çekên herî bibandor bû ku Almanyayê ji bo têkbirina êrişên DAIŞê radestî Pêşmerge kir. Almanyayê herwiha piştî destpêkirina êrişên DAIŞê di havîna 2014ê de şêwirmendên leşkerî şandin Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji bo rahênankirina Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, di sala 2016ê de jî nêzîkî 160 şêwirmendên leşkerî li Herêma Kurdistanê û Iraqê hebûn.

Piştî êrîşên 16ê Cotmeha 2017an û zêdebûna zextên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, yek ji wan welatên ku piştevanê herî mezin ê Herêma Kurdistanê bû, Almanya bû.

Roja 18-12-2017, Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, li Berlînê bi Şêwirmenda Almanyayê ya wê demê Angela Merkel re civiya. Di heman rojê de Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Almanyayê yê wê demê Sigmar Gabriel jî civiya.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê wê demê Safîn Dizeyî ji Rûdawê re ragihandibû, di civînan de tekezî li ser bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê û hewla çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê hat kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst