Amadekariyên 5emîn Festîvala Cîloyê bi dawî bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Gever a Colemêrg a Bakurê Kurdistanê dê di 1-2ê Tîrmehê de 5emîn Festîvala Cîloyê were lidarxistin ku hêviya beşdariyeke mezin a geştiyaran tê kirin.

Golên Cemedê yên Satê yên li Çiyayê Cîlo ku dikeve nav sînorê navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi xwezaya xwe bala geştyaran dikişîne ser xwe.

Çiyayê Cîlo ku xwedî xwezayeke bedew û balkêş e, serê çiyê hîn bi berf e. Li ser Golên Cemedê yên Satê amadekariyên 5emîn Festîvala Cîlo tên kirin. Biryar e Festîval di 1 û 2ê Tîrmehê de bê kirin.

Geştyar Melîh Malli anî ziman, “Kesên li Tirkiyê dijîn divê werin van deveran bibînin. Bi taybetî ez ji kesên dildarê xwezayê û wênegiran re pêşniyar dikim ku werin van cihan bibînin. Ez jî cara yekem e têm vir, bi rastî gelekî xweş e.”

Geştyar û werzîşvanên hatine Golên Cemedê yên Satê ku bilindahiya wan ji asta deryayê 3 hezar û 400 metre ye, xwe bo roja festîvalê amade dikin. Di çarçoveya festîvalê de werzîşên wek rafting, kano, pêşbirka paskîl, avjenî, kaşûn û hilkişîna ser çiyan dê bên kirin.

Geştyar Mazlum Tekçe got, “Dîmenên wê bêhempa ne. Xwezayeke bê hempa ye. Me kaşûn kir, em hilkişiyan ser çiyan. Di rojên pêşiya me de 1-2 Temûzê dê li vir festival çêbibe. Em her kesî vedixwînin vê festîvalê. Çalakiyên renga reng têne kirin, dê gelekî xweş be.”

Par festîvala Cîlo bi beşdariyeke gelekî zêde hatibû sazkirin û her wiha peyamnêrê Rûdawê jî rûmala festîvalê kiribû.

Di festîvalê de ji derveyî çalakiyên werzişî û çiyageriyê, govendên navçeyê tên gerandin û xwarinên herêmî tên amade kirin. Festîvala Cîlo dê îsal dîsan mazûvaniya geştyarên navxwe û derve bike û amadekarî bi dawî bûne.