Geştyarên ji Îranê diçin Wanê rastî zehmetiyan tên

25-06-2022
Abdulselam Akinci
Saziyên peywendîdar daxwazê ji hikûmetê dikin vê pirsgirêkê çareser bike
Saziyên peywendîdar daxwazê ji hikûmetê dikin vê pirsgirêkê çareser bike
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Bi dîroka xwe a qedîm,bi gola xwe bi girav û bi şûn warên sirûştî bajarê serhedê ê sînorî wan ji bo geştiyariyê  xwedî derfetên gelek mezin in.

Werza havînê ye û sezona geştyariyê destpê kiriye lê bajarê wanê div ê serdema muhîm de di pirsgirêkan de xeniqiyê. Berî pandemiyê rojane 24 geştên esmanî dihatin kirin lê anha tene rojane 7-8 geştên esmanî hene ew jî têra hatin û çûnê nakin û hem welatî hem jî geştyar bilêta bidest naxin.

Saziyên pêwendîdar ên geştyariya Wanê dibêjin tevî hemû hewlên wag rayedar vê pirsgirêka wan çareser nakin. Li aliyê dine jî deriyê sînorî Kapikoy jî bi giştî kapasite ne aktif e rojê tene 6 saet vekiriye ew derî û geştiyarên ku ji Îranê tên jî ji ber nebûna demê tûşî zehmetiyên mezin dibin. Herwiha tevî ku sînorê Wanê bi îranê re ye lê konsolxaneyên Îranê yek jê li Trabzonê ye,yek jî li Erzeromê ye. Odeya Bazirganiya Wanê dibêjin wan bi awayî fehm nekir ka çima konsolxaneyên Îranê li Trabzon û Erzeromê ne.

Ew dibêjin ji ber nebûna konsolxaneyâ Îranê karsaz ji bo karen bazirganiyê mecbur dibin diçin Erzeromê yan jî Trabzonê. Tevî hemû astengiyan rojane 4 hezar geştiyarên Îranî tên Wanê. Lê aliyên geştiyarî dibêjin heke pirsgirêk werin çareserkirin geştiyariya ji Ewropayê jî yê geş bibe, lê bi tu awayî ev pirsgirêkan nayên çareserkirin hem xelk hem jî geştiyarvan dilgiranin in.

Li gor aliyên pêwendîdar ên geştiyariyê ji ber nebûna plansazî û projeyên geşt û guzariyê û ji ber kêmasiyan û xemsariya rayedaran derfetên heyî baş nayên bikaranîn û loma jî kerta geştiyariyê li Wanê bi tu awayî geş nabe ango nagihîje asta ku jê tê hevîkirin.

erokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Wanê Necdet Takva dibêje: “Wan bajêrek sînoriye bi Îranê re.Niha meselek îronîk heye. Du konsolxane hene li aliyê me, yek li Erzeromê ye,yek jî li Trabzonê ye. Yanî em fêhm nakin ku çi eleqeya wan konsolxaneyan e ku li wir in. Divê tekes konsolxaneyek Îranê li Wanê were vekirin.”

Berî pandemiyê ji bajarên cûda ên tirkiyê rojane 24 geştên esmanî bo wanê hebûn,lê anha ku werza geştiyariyê jî ji bo Wanê tenê ji Stenbol, Enqere, Îzmîr ,Antalya û Edenê jî di tev de rojane tene 7-8 geştên esmanî hene ku ev geşt jî têr nakin. Wate bo çûyîna ji wanê û yan jî  hatina ji bo Wanê bilet bidest nakevin ku geştiyar werin û herin ku geştiyarî geş bibe.

Serokê Tursabê Ya Şaxa Wanê Cevdet Ozgokçe jî got: “Tenê tûrîstên Îranê tên Wanê, Ewropayî nayên.Tûrên çandî nayên Wanê. Zeman bo millet tiştek bi qîmet e, ew nikarin bi otobosan werin ku 24 saet, 28 saet rê dom dikin. Milletê Ewropî jî êdî hînî rehetiyê bûne. Bi esmanî jî nikarin bi rehetî herin werin. Balafirên me kêmasîne, ku bixwazin werin jî nikarin werin lewra balafirên me tune ne.”

Take deriyê sînorî ê wan û Îranê Kapikoy rojane tene şeş saetan vekiriye, tevî vê yeke jî rojane 4 hezar geştiyarên îranê tên wanê ku li gor kapasîteya bajêr ev jî  reqemek gelek kêm e.

Serokê Yekîtiya Otêlvanên Wanê Yûnis Yuksel jî dibêje: “Hem ji Kurdistanê hem ji Îranê niha vê gavê tûrîstên ku tên Wanê gelek zehmet dikşînin. Em dixwazin balafirek Kurdistanê were, balafirek ji Îranê were. Bi wî awayî yê gelek zêdetir tûrîstên werin.”

Li Wanê bi giştî 200 otêl hene ku di vê hayamê geştiyariyê jî de her yekek tenê  ji sedî 45 tijene. Ev der jî ji wan otêlan yeke ku tevekê muşteriyên vî otêlê Îranî ne û wana ji sedemên cûda cûda Wanê tercîh kirine û ew yekem care hatine Wanê.

Mixazedar Amene Datcû dibêje: “Bi tûr hatim. Bi hevalên xwe re hatim hem ji bo gere hem jî ji bo danustendinê.”

Geştyar Mercan Îslamî jî got: “Wan ji bo danustendinê gelek baş e. Bihayê tiştan baş e. Wan ji bo gere jî gelek xweş e. Wan li gor bajarên din erzantir e.”

Mamoste Meta Zemanî wiha axivî: “Mirovên min Wan pêşniyar kirin ji min re. Berî niha ez nehatibûm Wanê lê ez çibûn Enqerê û Stenbolê.”

Xwendekar Baren Ronahîfer jî dibêje: “Ji bo gere ez hatim Wanê û her waha ez dixwazim herim aqûparkê.”

Karker Babekî Ronahîfer jî got: “Ez cara ewil e têm Wanê, em îro hatin.Emê çend rojan bimînin ji xwere bigerin.”

Ji sedî 74 debara şêniyên Wanê ji çandinî û ajelvaniyê,ji sedî 6 ji kerta xizmetguzariyê, ji sedî 20 jî dahata ji geştiyariyê ye. lê li gor derfên heyî di nav giştî dahata bajêr rêjeya dahata ji  geştiyariyê gelek kêm e. Loma jî û rûniştvanên wanê  û hemû saziyên pêwendîdar ên bajêr daxwaza demildest çareseriya pirsgirêkên wanê dikin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst