Pêşmerge rê neda artêşa Iraqê derbasî qada gaza Xor Morê bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Pêşmerge rê nedan hêzên artêşa Iraqê yên ku dixwestin bi hinceta operasyonê derbasî qada Gaza Xor Mor bibin.
Firqeya 45 a artêşa Iraqê îro danê sibê li Kerkûkê dest bi operasyona lêgerînê kir.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê General Ebdulxaliq Telet ji Rûdawê re ragihand, operasyon, piştî êrişên mûşekî yên li ser qada gazê ya Xor Morê ya ser bi nahyeya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmanî pêk hat.
General Ebdulxaliq Telet diyar kir ku artêşa Iraqê bêyî hemahengiya Hêzên Pêşmerge dest bi operasyonê kiriye û got, “Ji bo kontrolkirina qada gaza Xor Mor hatibûn. Dema gihiştin sînorê Pêşmerge bi wan rê nehat dayîn ku derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bibin û operasyon bê pirsgirêk bi dawî hat.
Ebdulxaliq Telet da zanîn, cihê ku artêşa Iraqê hewl dida derbas bibe, ew devera di bin kontrola hêzên Lîwaya 16mîn a girêdayî Wezareta Pêşmerge de ye.
Di heyama 4 rojên borî de ev cara sêyemîn e, êrîş li dijî qada gazê ya Xor Morê ya ser bi nahyeya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmanî hat kirin.
Xor Mor gundekî ser bi nahyeya Qadir Kerem ê ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybet neft û gazê de dewlemend e.