Pêşmerge rê neda artêşa Iraqê derbasî qada gaza Xor Morê bibe

25-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Pêşmerge rê nedan hêzên artêşa Iraqê yên ku dixwestin bi hinceta operasyonê derbasî qada Gaza Xor Mor bibin.

Firqeya 45 a artêşa Iraqê îro danê sibê li Kerkûkê dest bi operasyona lêgerînê kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê General Ebdulxaliq Telet ji Rûdawê re ragihand, operasyon, piştî êrişên mûşekî yên li ser qada gazê ya Xor Morê ya ser bi nahyeya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmanî pêk hat.

General Ebdulxaliq Telet diyar kir ku artêşa Iraqê bêyî hemahengiya Hêzên Pêşmerge dest bi operasyonê kiriye û got, “Ji bo kontrolkirina qada gaza Xor Mor hatibûn. Dema gihiştin sînorê Pêşmerge bi wan rê nehat dayîn ku derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bibin û operasyon bê pirsgirêk bi dawî hat.

Ebdulxaliq Telet da zanîn, cihê ku artêşa Iraqê hewl dida derbas bibe, ew devera di bin kontrola hêzên Lîwaya 16mîn a girêdayî Wezareta Pêşmerge de ye.

Di heyama 4 rojên borî de ev cara sêyemîn e, êrîş li dijî qada gazê ya Xor Morê ya ser bi nahyeya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmanî hat kirin.

Xor Mor gundekî ser bi nahyeya Qadir Kerem ê ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybet neft û gazê de dewlemend e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst