Tirkiye sînorê nahiyeya Dêrelokê bi dijwarî bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê îro di êrieşke asmanî de çend cih li nahiyeya Dêrelokê ya ser bi qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê ve bi dijwarî bombebaran kir.

Peyamnêrê Rûdawê Huner Reşîd ragihand, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê îro derdora herdu gundê Mijê û Dêreşê yên ser bi nahiyeya Dêrelok ve li sînorê parêzgeha Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gor zanyariyan, giraniya bombebaranê li nêzîk gundê Mijê ye û heta niha jî berdewam e.

Hêj ti agahî derbarê ziraran de nehatiye zanîn.

Di dîmenên vîdyoyî de tê xuyakirin, ku firokeyên Tirkiyê çend cihên nêzîkî gundê Mijê dikin armanc, ku pir nêzîkî gund û mal û avahiyên welatiyan e.

Li gor dîmenan, dûkeleke zêde li cihê bombebaranê bilind bûye û agir li darên derdora herdu gundên Mijê û Dêreşê ketiye.