HRE: 7 leşker û 3 çekdar hatin kuştin

25-06-2021
RÛDAW
Nîşan Hêzên Rizgarkiriya Efrînê HRE Rojavayê Kurdistanê Efrîn Tirkiye Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HREê ragihand ku herêma Efrînê di encama êrişên şervanên wan de 7 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên opozsiyona Sûriyê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya Hêzên Rizgarkiriya Efrînê (HRE) li herêma Efrînê hêzên wan leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozisyonê yên hevpeymanên wî welatî kirin armanc.

HREyê ragihand ku di encama êrişên hêzên wan de li Marie û deverên din ên herêma Efrînê, 7 leşkerên Tirkiyê û 3 çekdarên opozisyona Sûriyê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Hêzên Rizgarkiriya Efrînê, wesayîteke wan hêzên ser bi Tirkiyê ve jî hat jinavbirin.

Bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an di encama êrişeke berfireh a bi her cor çekên giran, ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Piştî ku bajarê Efrînê di encama êrişên berfireh de ket destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hat avakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst