6 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 6êmîn salvegera bîranîna Komkujiya Kobanî ye û li gellek cih û bajarê Kurdistanê û cîhanê, komkujiya Kobanî tê bibîranîn.

Di berbanga roja Pêncşema 25ê Hizêrana 2015an de, bi 10an çekdarên DAIŞê bi derdora 10 otombîlan, bi awayekî nehênî, xwe gihandibûn gundê Berxbatanê li Başûrê Kobanî, destpêkê li wî gundî komkujiyek di mafê sivîlan de pêkanîbûn, û di pişt re di ser rêbenda riya Helebê re, ji aliyê Başûr ve derbasî nav bajarê Kobanî bûbûn.

Di derbarê amar û hejmara qurbaniyên Komkujiya Kobaniyê de, heta niha çend amarên ji hev cuda hene. Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dibêje, ku hejmara şehîdan 251 kes in û ya birîndaran jî 267 kesin, ango hejmara giştî ya qurbaniyan 518 kes in.

Ji Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê Mistefa Ebdî dibêje “Yên ku em dikaribûn belge bikin, 258 şehîd ji melê sivîl, ji wan 37 zarok, 77 pîr û keç, 174 kal û xort bûn. 93 zarok bê dê û bav man. Hejmara birîndarên sivîl 267 kes in.”

Bi derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nav bajarê Kobanî re, ew wekî grûpan li nav bajarê Kobanî belav bibûn û raste rast dest bi êrîşa ser sivîlan kiribûn. Ji demjimêr derdora 5ê berbangê heta derdora 7ê sibeha wê rojê, çekdarên DAIŞê derbasî nav malan dibûn û li ser kolan û riyên çûn û hatinê, bi sedan sivîl li nav bajarê Kobanî şehîd kiribûn.

Cenazeyên gellek sivîlan 3ê rojan li erdê û li hindirê malan mabûn. Heta ku ew gurûpên DAIŞê li nav Kobanî bidawî bibûn, heta derora demijmêr 10ê sibeha roja Şemiya 27ê Hizêrana 2015an, ku ew êrîşa DAIŞê bi dawî bibû û cenazeyên wan sivîlan ji erdê hatibûn rakirin.

Malbatên şehîdên Komkujiya Kobanî, heta niha li benda hûrgiliyên komkujiya 25ê hizêrana 2015an in, û hêvî dikin ku hûrgilî û nehêniyên wê êrîşê nas bikin, da ku hinekî dilê wan aram bibe û êşa birîna wan sivik bibe.

Ji Malbata 3 şehîdan Mihemed Dahir got “Ne lazime ew kesên ew niha kesên berpirsiyar hesab bihata pirsîn an jî erk û karên xwe bihatana avêtin, lê ev yek nebû. Heta roja îro em li benda bersivekê ne ku yek ji hevalên me bi qusur û bi sûc derketa,çi yên asayîşî, çi berpirsiyar, çi wezîrê karê hindir dibûn lê heta roja îro tev li ser karên xwe ne, qaşo tiştek nebû û kesên mirî jî ne yên bajarê Kobaniyê bûn. Ew kesên DAIŞê yê wê bûyerê ku niha hatiye girtin, bi kê derê de çûn, çima me gotinên wan guhdarî nekir û li ser medyayê dernexistin ku ji bo dilê me rihet bibûya. Gelek tişt hene ku heta îro ji me re gumanê çê dikin, ew tişt weke şeva leyletil qedr birînên me hin giran dikin.”

Di dîroka kurdên Rojavayê Kurdistanê de, Komkujiya Kobaniyê, mezintirîn komkujiye ku di mafê kurdan de tê pêk anîn, ku heta roja îro bandora wê li ser jiyana xelkê Kobanî berdewam e, herweha wekî şkestina movikeke girîng di pişta civaka Kobanî de bû, ku piştî wê, bi hezaran ji xelkê Kobanî berê xwe dane welatên derve û heta roja îro vengeriyane.