Pizîşka Derûnî: %47 fikra xwekuştinê di nav jinên Êzidî de zêde bûye

25-06-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Navenda Hawar Help lêkolînek derbarê koçberên Kurdên Êzidî de kir
Navenda Hawar Help lêkolînek derbarê koçberên Kurdên Êzidî de kir
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Bi sedema belavbûna virûsa koronayê tirs li ba koçberên nav kampan de çêbûye, nexweşiyên derûnî li wir zêd bûne.  Li gor lêkolîneke akademîk, li nav jinên koçber ên Şingalê bi rêjeya ji sedî 47ê fikra xwekuştinê zêde bûye.

Ji ber tirsa belavbûna vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) nexweşiyên derûnî di nav koçberên li kampan de zêde bûne û li gor lêkolîneke akademîk hizra xwe kuştinê ji sedî 47 li nav jinên koçber ên xelkê Şingalê zêde bûye.  

Navendekî çareserkirina derûnî di nav Kampa  Rwange de rojane kesên tûşî nexweşiyên derûnî bûne dibîne û çareseriyên pêwîst ji bo wan dike.

Mencê Nimet a temen 50 sal, ku xelka devera Şingale ye û  koçber e li Kampa Rwange ya Duhokê, piştî belavbûna vîrusa koronayê tirs li  ba wê çêbûye û tûşî nexweşiyeke derûnî bûye û her çend niha rewşa wê baştir bûye jî, lê hêj tirs li ba wê maye.

Koçber Mencê Nimet dibêje: “Ez şevê di xew de ji tirsa dirabûm û min şev nedikarî birazim. Piştî korona hat jî rewşa min gelek nexweş bû. Zarokên min jî digotin ku gelek kes bi koronayê dimirin, lê niha rewşa min baş e. Piştî ku ez çûm cem bijîşkan rewşa min aram bû, pêştir min rojane hebek dixwar, lê niha mehê du heban dixwim.”

Navenda Hawar Help a ji bo nexweşiyên derûnî, di sala 2018an de bi piştevaniya Almanyayê hate avakirin û çareseriyê ji koçberên di nav kampê de dikin.

Navenda Hawar Help bi serperiştiya Porf. Dr. Îlhan Kizilhan lêkolînek kiriye û li gor lêkolîne pêdeviya ji sedî 25 jinên koçber bi çareseriya derûnî heye.

Herwiha li gor wê lêkolînê sedema bilindbûna rêjeya nexweşan, ji ber karîgeriya DAIŞê, rewşa aloz a Şingalê û vê dawiyê jî metirsiya belavbûna koronayê ye.

Pizîşka Derûnî li Navenda Hawar Helpê Aylin Ebdulselam diyar kir ku li gor daneyên lêkolînê li gor meha sala 2019an îsal bi rêjeya ji sedî 47 fikra xwekuştinê li ba jinên koçber ên Kurdî Êzidî zêde bûye û got: “Ji sedî 11 êşa stresê yan şepirzeyê li ba wan zêde bûye. Herwiha êşa xemê ji sedî 6 bilindtir bûye û sedemên hingaftinên derûnî jî bi rêjeya ji sedî 10 zêde bûne.”

Nêzîkî 6 salan e 360 hezar Kurdên Êzidî koçber in û li nav kampan de dijîn ku zêdeyî 3 hezar 500 ewên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst