Şaredariya Amedê dest bi danîna tabloyên Kurdî kiriye

25-06-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê niha bi helmetek berfireh di karê xizmmetguzariya xwe de cîh dide zimanê Kurdî
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê niha bi helmetek berfireh di karê xizmmetguzariya xwe de cîh dide zimanê Kurdî
Nîşan Şaredariya Amed Kurdî Tabele Xizmetguzarî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokatiya  Daireya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê niha bi helmetek berfireh di karê xizmmetguzariya xwe de cîh dide zimanê Kurdî. Serokê Daîreya Veguhastinê yê Şaredariyê dibêje ku ev helmeta me yê berî qayûm bû û nîvco mabû. Jineke Amedî jî dibêje ji kêfxweşiyê heke baskê min hebûya ezê bifirîma

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di xizmetguzariya şaredariyê de ji bo ku zimanê Kurdî berfirehtir bike niha li 106 xalên bajêr lewhe û tabloyên Kurdî bi cîh kirin.Armanca Şaredariyê ew e ku di xebatên xwe yên hatî de bi tevahî li ser esasê pirzimaniyê tevbigerin.

 

Xebat bi zêdekirina lewhe û bîlbordên Kurdî yên li ser dirban destpêkir û niha Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Amedê hewl dide ku ji vir pê de lewheyên danîşanê yên nû ku navê sûk, kolan û navçe û bajarên derdora Amedê wê li ser were nivisandin ew dê bi tevahî bi 2 zimanan binivîsin.

 

Derbarê vê yekê de  Serokê Daîreya Veguhastinê yê Şaredariya Mezin a Amedê Reşat Bakan got: "Destpêkirina xebateke bi vê rengê destpêk nîne û ew dê dawî jî nebe, bi destê Şaredarê me yê nû niha me li hinel xalên bajêr van tablo lewhe û nivîsên Kurdî bi cîh kir; lê armanca me ew e ku em li hemû bajêr vê xebata xwe belav bikin. Ev destpêk e hêj gelek karê me heye.”

 

Di sala 2015an de çend şaredariyên di destê HDPê de biryar girtibûn di karê xizmetguzariyê de ji bilî zimanê Tirkî  cîh bidine zimanê Kurdî jî; lê piştî qutkirina proseya aşîtiyê û proseya erkdarkirina qayûman ev helmetên zimanê Kurdî nîvco man; lê piştî hilbijartinên 31ê Adarê şaredariya Amedê karê xwe yê nîvco mayî niha berdewam dike.

 

Her çend li bajarê Amedê li gor rapirsiyên kompaniyên lêkolînan rêjeya xwendina Kurdî di asta navbera % 10 û 15an de be jî, xelk ji lewhe û tabloyên danîşanên zimanê wanê zikmakî gelek razî kêfxweş in.

 

Nişteciha Amedê Ezîze Guner dibêje: “Em Kurd in û zimanê me bi me şêrîne; zimanê me û yên dibin wek hev ji bo me."

 

Welatî Abdurrehman Akman jî got: "Heke Kurdî be dê gelek baştir bibe."

 

Kesekî bi navê Abdulazîz Esen jî anî ziman: “Bila Kurmancî jî hebe Zazakî jî hebe ew dê zerara wê ji kê re hebe."

 

Laîqe Turan jî kêfxweşiya xwe diyar kir û got: “Ji kêfxweşiyê per û baskê min hebûna ez dê bifiriyam, em Kurd in û em aştîxwaz in, nexaîn in."

 

Di çarçoveya helmetê de şaredariyê niha li Dirba Aram Dîkran û Qmişloyê 42, li Dirba Selaheddîn Eyyûbiyê 28, Li Dirba Înonuyê 4, li Dirbên wek Gevran, Lise, Elezîz û Îstasyonê 32;  li ser hev li 106 xalan danîşanên Kurdî bi cîh kirine

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst