Îro 4 sal di ser Komkujiya Kobanî re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di bernanga roja Pêncşema 25ê Hezêrana 2015an de, bi dehan çekdarên DAIŞê bi awayekî nihênî xwe gihandibûn gundê Berxbatanê li Başûrê Kobanî û piştre di ser rêbenda riya Helebê re ji aliyê başûr ve derbasî nav bajarê Kobanî bibûn û komkujiyek mezin di derheqê xelkên sivîl de pêkanîbûn.

 

Bi derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nav bajarê Kobanî re, ew wekî gurûpan li nav bajarê Kobanî belav bibûn, ji ser riya Helebê ji aliyê Başûr ve, heta taxa Gumrigê û deriyê sînorî yê bi Bakurê Kurdistanê re li aliyê Bakurê Kobanî, û ji nexweşxaneya Miştenûr li rojavayê Kobanî ve, heta taxa Miktelê li Rojhilatê Kobanî, gurûp bi gurûp belav bibûn, û raste rast dest bi êrîşa ser sivîlan kiribûn, û komkujî di mafê xelkê Kobanî de pêkanîbûn.

 

Bi dehan çekdarên DAIŞê bi 10 otombîlan derbasî Kobanî bibûn

 

Ji demjimêr derdora 5ê berbangê heta derdora 7ê sibeha wê rojê de, çekdarên DAIŞê derbasî nav malan dibûn, û li ser kolan û riyên çûn û hatinê, bi sedan sivîl li nav bajarê Kobanî kuştibûn, ku cenazeyên gellek sivîlan 3ê rojan li erdê û li hindir malan mabûn, heta ku ew gurûpên DAIŞê li nav Kobanî bidawî bibûn, cenazeyên wan sivîlan ji erdê hatibûn rakirin.

 

Şerê DAIŞê û YPGê 3 rojan li nav bajarê Kobanî dirêj kiribû

 

Piştî çend demjimêran ji wê êrîşa ekdarên DAIŞê li ser bajarê Kobanî, ew çekdar wekî 4 çar gurûpan li 4 cihan li nav bajarê Kobanî hatibûn dorpêç kirin, û şer û pevçûn di navbera wan û şervanên YPGê de derdora 3 rojan berdewam bibûn, heta derora demijmêr 10ê sibeha roja Şemiya 27ê Hizêrana 2015an, ku ew êrîşa DAIŞê bi dawî bibû.

 

Di komkujiya 25ê Hizêranê de 300 sivîl li Kobanî hatibûn kuştin

 

Di encama wê êrîşa çekdarên DAIŞê de û pêkanîna komkujiya li Kobanî, derdora 300 kesan jiyana xwe jidest dabûn û derdora 300î jî birîndar bibûn, ku di nava wan de bi dehan zarok û jin hebûn, û bi 10an malbat bi kom hatibûn kuştin û birîndar kirin, û bi 10an endamên YPGê û Asayîşê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn.