VÎDEOGRAFÎK - Li Tirkiye guhertinên sîstema nû
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên ne fermî ên hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan zêdetirî ji sedî 52yê dengan bidest xist û bi vê rêjey dibe serokomarê sîstema nû ya hikûmeta Tirkiyê.
Piştî van hilbijartinan li Komara Tirkiyê kursiya serokwezîr namîne û Binalî Yildirim bû serokwezîrê dawiyê yê Tirkiyê. Li gorî sîstema nû êdî Serokomar dê bibe serokê hikûmet û rêveberiya welat
Guhertinên sîstema nû
-Hejmara parlamenteran ji 550 endam dibe 600 parlamenter.
-Mafê berbijêriyê bo parlamentoyê ji 25 salî dadikeve 18 sal, wate kesekî/e 18 salî dikare bibe berbijêr.
-Partiyên siyasî yên nav parlamentoyê dikarin berbijêr diyar bikin. Her partiyeke ku di hilbijartina berê de ji sedî 5ê dengan bidest xistibe, bi rêya komkirina 100 hezar îmze dikarin berbijêr bo serokatiya komarê diyar bikin.
-Dewreya parlamento û serokatiya komarê ji çar sal dibe pênc sal û bo herduyan di yek rojê de hilbijartin tê kirin.
Desthilatên Serokkomar
-Serokomar ne bê alî ye û dibe di heman demê de serokê partiyeke siyasî be. Berê serokkomar bê alî bû.
-Bi biryarekê dikare parlamentoyê hilweşîne. Berê mafekî wiha yê serokkomar nebû. Ew desthilat di destê parlamentoyê de bû.
-Desthilata wî ya ragihandina rewşa awarte (neasayî) heye. Berê Encûmena Asayîşa Niştimanî pêşniyara rewşa awarte dikir û parlamentoyê biryar li ser dida, pesend bike an red bike.
-Hemû desthilatên cîbicîkar û beşeke zêde ya desthilata yasadanîn û desthilata dadwerî werdigire. Berê her yek ji wan desthilata taybet bi wan hebû.
-Kabîneya hikûmetê pêk tîne. Li gor kêfa xwe desthilatê dide wezaretan. Berê piştî razîbûna parlamentoyê tenê pêkanîna hikûmetê pesend dikir. Herwiha li gor yasayan desthilata wezaretan hatibû diyarkirin.
-Dikare yek an zêdetir cîgiran bo xwe diyar bike. Berê cîgirê serokomar nebû û desthilata serokomar nebû kesekî jî dabimezrîne.
-Di sîstema serokatiya komarê de, kesê yekem ê dewletê siyasetê dike. Ji ber serokomar kesekî/e hizbî dibe û desthilata cîbicîkar jî werdigire. Berê tenê hikûmetê bi rêya serokwezîr siyaset dikir.
-Mafê serokkomar ê damezrandina pileyên bilind dibe û li gor dilê xwe dikare kesan dabimezrîne. Berê li gor yasayeke taybet a parlamentoyê û piştre bi biryara piraniya endamên Civata Wezîran, rizamendî li ser damezrandina pileyên bilind û desteyên serbixwe li gor lêhatîbûn û pisporiyê dihat dayîn.
-Butçeya darayî ya salê amade dike û pêşkêşî parlamentoyê dike. Mafê redkirinê yê parlamentoyê nîne. Eger parlamento pesend jî neke, butçeya sala borî tê dubarekirin û kar pê tê kirin. Berê hikûmetê butçe amade dikir, desthilata redkirinê ya parlamentoyê hebû. Herwiha desthilata parlamentoyê ya hilweşandina hikûmetê jî hebû ji ber xirabbûna butçeyê.
-Parlamento di rewşekê de dikare lêpirsînê ligel serokkomar bike, ew jî eger serokkomar tawanek kiribe. Divê 300 parlamenter pêşniyara lêpirsînê îmze bikin û 401 parlamenter jî pesend bikin ku evna jî karekî zehmet e. Berê li ser binpêkirina destûrê û cîbicînekirina erkên xwe 55 parlamenteran pêşniyara lêpirsînê derbarê serokkomar de dikirin û 250 parlamenteran jî dikarîn pesend bikin.
-Desthilata serokomar ya damezrandina 6 endamên Encûmena Dadwerî û Dozgeriya Giştî ji 12 endaman heye. Herwiha desthilata wî ya damezarandina vê encûmenê jî heye. Berê desthilat di destê parlamentoyê de bû. Serokomar tenê dikarî 2 endamên vê encûmenê dabimezrîne.
-Desthilata damezrandina 12 endamên Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê ji 15 endaman heye. Her 3 endamên din parlamento diyar dike. Berê ev desthilat di destê parlamentoyê de bû. Berê ji 17 endaman serokkomar dikarî 12 endaman destnîşan bike.
-Di sîstema nû ya serokatiyê de, MIT, Asayîş û Fermandariya Leşkerî hersê hêz dikevin bin kontrola serokkomar. Berê MIT serbixwe û hersê hêzên artêşê jî di bin kontrola serokerkan de bûn.
-Serokkomar, serokê Encûmena Şûra ya Leşkerî ye û desthilata wî bi ser piraniya encûmenê de zal e. Berê serokkomar li Encûmena Şûra ya Leşkerî take endamê sivîl bû û di warê protokolê de serokatina encûmena navbirî dikir. Xanenişînkirin û bilindkirina pileya leşkerî ya efser û veguhestina wan îmze dikir.