Hewlêr (Rûdaw) - Îro, 25ê meha Hizêranê, duyemîn salvegera komkujiya Kobanî ye. Piştî derbasbûna 2 salan di ser komkujiya li Kobanî, heta niha jî çîrokên bi êş di nava xelkê ku di dema komkujiyê de li Kobanî bûn, ji bîr nebûne.
Di berbanga roja 25ê Hezîrana sala 2015an de, çekdarên rêxistina DAIŞê bi dizî derbasî nav bajarê Kobanî bûn. Di nava sê rojan de, derdora 300 sivîlên Kobanî li ser destên çekdarên DAIŞê hatîn şehîdkirin û nêzîkî 300 kesên din jî birîndar bibûn.
Piştî derbasbûna 2 salan di ser wê komkujiyê re, heta niha Rêveberiya Xweser ku li Kobanî desthilatdare, tu zaniyariyên hûr di derbarê çawaniya encamdana wê êrîşa DAIŞê de, ji raya giştî re eşkere nekirine.
Wê komkujiyê ji gundê Berx Batanê ve li başûrê Kobanî bi derdora 30 km destpê kiribû, destpêkê çekdarên DAIŞê li wî gundî komkujiyek di mafê sivîlan de çêkiribû, û di pişt re berê xwe dabûn Kobanî û dest bi komkujiya xelkê bajarê Kobanî kiribûn.
Dema ku DAIŞ derbasî Berx Batanê bû û gulle berdan, di baweriya welatiyan de ku ew dengê gulleyên şervanên YPGê ne ku kêfxweşiya xwe derbarê kontrolkirina bajarê Sirrînê nîşan didin, herwiha ew jî derketin ji bo beşdariyê di ahenga şervanên YPGê de bikin, lê wan nizanîbû ku tiştek li pêşiya wan e, ku dîroka jiyana wan bi temamî wê bugherîn e.
Di komkujiya Kobanî de bobelateke giran hate serê welatiyên sivîl, ku çekdarên DAIŞê ew ji xwe re kirin armanc û ziyanên mezin gihandin wan. Lê bi gotina xelkên Kobaniyê her ewê ji nav tiraf û wêraniyê jiyaneke nû ava bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse